Ji Kanada hisyarî: ‘Dibe ku li Stenbol û Enqereyê êrîsên terorî çêbibin’
PeyamaKurd – Piştî hişyariyên hejmarek welatên Ewropayê bo rûdana êrîşên terorê li Tirkiyeyê, welatê Kanada jî hişyarî da welatiyên xwe ku di geştên xwe yên Tirkiyeyê de haydar bin û tedbîrên xwe bistînin.
Ajansa Kanada ya bi geştên derveyî welat ji bo serdanên Tirkiyeyê hişyarî da hemwelatiyên Kanadayê û ragihand: “Wekî bersiva şewitandina Quranê ku li nêzîk li Ewropayê rû daye, gefa êrîşeke terorê li Tirkiyeyê heye. Dibe ku di êrîşan de, perestgeh, misyonên dîplomatîk û li Stenbol û Enqereyê jî cihên welatiyên biyanî serdana wan dikin, bikin hedef.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, herî dawî duh 31ê Çile û îro 1ê Sibatê, Brîtanya, Alman û Hollandayê ji ber îhtimala êrîşên terorî û ewlekariyê balyozxane û konsûlxaneyên xwe girtibûn.
Herwiha piştî şewitandina Quranê ji aliyê rastgirê tundrew Rasmus Paludan ve li Swêd 21ê Çile û li Denmarkê 27ê Çileyê welatên Amerîka, Fransa, Îtalya, Îspanya, Almanya û Swêdê daxuyaniyên hişyariya êrîşên terorî li Tirkiyeyê bo welatiyên xwe belav kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin