Doktoran ji bo Stenbolê hisyarî da: Metirsî cidî ye, divê tedbîr neyên sistkirin
PeyamaKurd - Odeya Bijîşkan a Stenbolê, li ser sistkirina tedbîrên li dijî koronayê hişyarî da û ragihand, ger biryareke wiha şaş were dayîn dê bedela wê giran be.
Odeya Bijîşkan a Stenbolê rapora 7emîn a derbarê vîrusa koronayê ya ji 27ê Nîsanê heta 3yê Gulanê eşkere kir.
Di raporê de sersaxî ji malbata Prof. Dr. Murat Dîlmenler re ku doh ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dabû re hat de xwestin û hat gotin, tevî ku li nexweşxaneyan hejmara nexweşan kêm bûye jî li Stenbolê metirsîya koronayê hê jî cidî ye û divê sistkirina tedbîran di çarçoveya vê rastiyê de pêk were.
Odeya Bijîşkan li ser rojeva karbidestên dewletê yên derbarê sistkirina tedbîrên dijî koronayê de hişyarî da û destnîşan kir, “Heke di demeke wiha zû de biryareke xelet were standin, wê bedela wê giran bibe.”
Hêjayî gotinê ye, nexweşiya vîrusa koronayê tenê li Stenbolê rêjeya ji sedî 60ê Tirkiyê zêdetir e ku li gorî amarên fermî ji xeynî hemwelatiyan bi qasî 8 hezar xebatkarên tenduristiyê jî bi koronayê ketine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin