Ji Jeff Bezos 38 milyar dolar wergirt û bû yek ji jina herî dewlemend

08 tîrmeh 2019 01:51
Ji Jeff Bezos 38 milyar dolar wergirt û bû yek ji jina herî dewlemend

PeyamaKurd - Damezirînerê tora bazirganiya ser înternetê Amazonê û xwediyê rojnameya Washington Postê Jeff Bezos (55 salî) û hevsera wî MacKenzie Tuttle (49 salî) pêr bi rêkeftineke 38 milyar dolaran zewaca xwe bidawî kirin.

Piştî rêkeftina cudabûnê ku weke rekorekê ye, MacKenzie Tuttle, weke ku berî niha hatibû eşkerekirin, bû xwediya ji sedî 4ê pişkên Amazonê.

MacKenzie Tuttle bi vê yekê, piştî mîratgirê L’Orealê Bettencourt-Meyers û keça damezirînerê supermarketên amerîkî Walmartê Sam Walton, Alice Walton di rêza 3yan de cihê xwe di nav jinên herî dewlemed de girt.

Jeff Bezos bi serweta xwe ya 150 milyar dolaran di nav kesên herî dewlemend ên cîhanê de di rêza yekê de ye.