Ûkrayna ji DYAyê 3,9 milyar dolar alîkarî wergirt
PeyamaKurd – Hikûmeta Ûkraynayê ragihand ku wan ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 3,9 milyar dolar bexş wergirtiye.
Serokwezîrê Ûkraynayê Denys Shmyhal di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de aşkere kir ku Ûkraynayê bi rêya Banka Cîhanê 3,9 milyar dolar alîkarî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wergirtiye.
Shmyhal da zanîn ku ev beşa yekem a piştgiriya budceya rasterast a 2024an a ji DYAyê ye û got: "Ûkrayna îsal wê bi giştî 7,8 milyar dolar alîkariya budceya rasterast ji DYAyê werbigire û ev yek wê rê bide me ku em vê heyama darayî bi ewlehî derbaz bikin."
Di daxuyaniyeke cuda ya Wezareta Darayî ya Ûkraynayê de jî hate gotin ku ew drav wê ji bo mûçeyên mamoste, personelên Servîsa Lezgîn a Dewletê û karmendên din ên giştî û her weha alîkariya kesên ji cî û warê xwe bûne, malbatên kêmdahat û astengdaran bê kirin.
Wezîrê Darayî yê Ûkraynayê Serhiy Marchenko jî di daxuyaniya xwe de got: "Bexş, bêyî ku barê daynên wê zêde bibe, wê alîkariya Hikûmeta Ûkraynayê bike û wê lêçûnên sereke yên mirovî û civakî dabîn bike."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin