Ji Îranê pêşniyareke nû bo Amerîka

18 gulan 2026 16:20

Hat diyarkirin Îranê pêşniyareke 14 xalî pêşkêşî Amerîkayê kir.

Ji Îranê pêşniyareke nû bo Amerîka

RûpelNews -

Rêveberiya Tehranê bi navbeynkariya Pakistanê pêşniyareke nû ya 14 xalî pêşkêşî Washingtonê kir.

Hat destnîşankirin ku pêşniyara ji aliyê Îranê ve hatiye pêşkêşkirin, balê dikişîne ser "danûstandinên derbarê dawîanîna şer û tedbîrên avakirina baweriyê ji aliyê Amerîkayê ve".

Li gorî çapemeniya Îranê, Amerîka li ser rawestandina demkî ya cezayên li ser sektora petrolê ya Îranê li hev kiriye.

Di raporeke Ajansa Nûçeyan a Tasnim a nîv-fermî ya Îranê de, hat ragihandin ku Washington qebûl kiriye ku di dema pêvajoya danûstandinê de cizaya gemaroya li ser sektora petrolê ya Tehranê ji bo demekê daye rawestandin.

Di raporê de hat îdiakirin ku şertên di pêşniyarên ji aliyê Îran û Amerîkayê ve hatine pêşkêşkirin wek nêzîkbûna du aliyan hat nirxandin.

Ev îdiayan heta niha ji aliyê Amerîkayê ve nehatine piştrastkirin.