Ji Erdogan gotinên tund bo Swêdê
07 tîrmeh 2023 20:52
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 7ê Tîrmehê di merasîmeke bidawîhatina perwerdeya leşkerî ya Zanîngeha Berevaniya Netewî de, ragihand ku ew endamtiya NATO ya Swêdê pesend nakin.
Erdogan got, “Em ji bo yên ku hembêza xwe ji terorîstan re vedikin re nabêjin erê.”
Erdogan bal kişand ser rêkeftina Madrîdê ya ligel Swêd bo endamtiya NATOyê û bal kişand ser ku Swêdê berpirsiyariyên xwe yên li hember terorê bicih neanîne û got ku ew endamtiya yên hembêza xwe ji terorîstan re vedikin pesend nakin.
Hêjayî gotinê ye, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî îro Înê beriya lutkeya 11-12ê Tîrmehê ya NATOyê ragihand ku hê jî nêrînên cuda û mesafe di navbera Swêd û Tirkiyeyê de heye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Miçotakis, bersiveke tund da gotinên Erdogan
27 îln 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin