Ji bo zarokên dersên Kurdî hilbijartine pêsbirka nivîsandina çîrokan: Wê 100 xwendekar bên xelat kirin

19 rêbendan 2022 20:00
Ji bo zarokên dersên Kurdî hilbijartine pêsbirka nivîsandina çîrokan: Wê 100 xwendekar bên xelat kirin

PeyamaKurd - Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) bi daxuyaniyeke nivîskû bal kişand ser hilbijartina dersên kurdî (kurmancî/zazakî) li dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û bibîr xist ku roja dawî ya hilbijartina dersên kurdî 21ê Çile bidawî dibe.

DTSOyê herwiha ragihand ku ew dê di navbera zarokên dersên Kurdî hilbijartine de pêşbirka nivîsandina çîrokan çêdike û 100  xwendekarên serkeftî jî bi dayîna tabletan xelat bikin.

DTSOyê diyar kir ku wê çîrok bi zaravayên Kurdî kurmancî û zazakî bên nivîsandin û xwendekarên beşdarî pêşbirkê bibin divê belge bikin ku wan dersên kurdî ji bo polên 5-6-7-8 ên dibistanê hilbijartine.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku divê çîrokên bên nivîsandin ji 400 peyvan pêk bên û xwendekarên li navenda bajarê Diyarbekirê û navçeyên wê dikarin beşdariyê bikin.

Kesên dixwazin beşdarî pêşbirka DTSOyê ya çîrokan bibin, divê heta 21ê Adarê serlêdanên xwe bikin û belgeyên xwe bigihînin avahiya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê.