Ji bo parastina destnivîsên dîrokî yên Kurdistanê projeyeke demdirêj hat destpêkirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê bi hevkariya Rêxistina Vejandina Bermayiyên Dîrokî yên Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşdariya rêxistina Gerda Hennil a Almanî projeyeke demdirêj a bi navê “Saziya Malîkirina Destnivîsên Dîrokî’ hat destpêkirin.
Hat ragihandina ku ji bo zêdetir parastina bermayiyên dîrokî û destnivîsên Kurdistanê bi hemahengî û hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê û rêveberiya giştî ya şûnwar û bermayiyên dîrokî yên Kurdistanê û rêveberiya şûnwar û bermayên dîrokî yên Silêmaniyê û mûzexaneya Silêmaniyê projeyeke demdirêj bi navê “Saziya Malîkirina Destnivîsên Dîrokî’ hatiye destpêkirin.
Hat zanîn ku 2 profesorên şarezayên nûjenkirina destnivîsên kevin yên peymangeha Berlîn a Teknîkê di vê projeyê de beşdariyê dikin û wê ji bo fêrkirin û perwerdeya karmendên Rêxistina Vejandina Bermayên Dîrokî ya Kurd xebatê bikin.
Hatiye diyarkirin ku proje bi hevkariya rêxistina Gerda Hennil a Almanya 10 salan berdewam dike û niha destpêka bicihanîna projeyê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin