''Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî daxwazên ciwanên Kurd zêdetir in''

06 rêbendan 2021 14:00
''Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî daxwazên ciwanên Kurd zêdetir in''

PeyamaKurd –  Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, ji aliyê 3 saziyên lêkolînê ve, bi ciwanên Kurd rê xebateke lêkolînê ya hevpar hat kirin û encamên lêkolînê jî wek rapor hat belavkirin. Di raporê de, helwestên ciwanên Kurd yên di warê nasnameya Kurdî de, bi siyaset, huner û jiyana civakî re hatiye pirsîn û bersivandin.

Navenda Lêkolînên Kurd û Rawest bi hevkariya Saziya Xebatên Civakî û Balyozxaneya Brîtanyayê, li ser ciwanên Kurd yên temenê wan di navbera 18 - 30 salî de ye, lêkolînek kirin û ew weke rapor jî belav kirin. Di lêkolînê de, li 8 bajaran bi 1473 kesî re anket hatiye kirin û bi 100 kesan re jî hevdîtin û hevpeyvînên hûrgulî hatine pêkanîn.

Li gor Rêvebirê Rawestê Rojesîr Girasûn ji K24 re diyar kir, li ser baldarî, helwest û çanda ciwanên Kurd, gengeşiyên ji dane û lêkolînan bêpar dihatin kirin û wan jî xwestiye bi vê lêkolînê, taybetmendiyên giştî yên ciwanên Kurd bi daneyan şênber bikin.

Rêvebirê Rawest'ê Rojesîr Girasûn da zanîn:

"Di demên dawî de siyasetmedarên Kurd digotin ku em nivşên herî dawî ne ku hûn dikarin bi me re çareseriyê bipeyîvin û nivşên ku piştî me tên dê tundtir û radîkaltir bin. Herwiha gelek tişt û gengeşî û senaryo li ser ciwanên Kurd dihatin gotin. Em dizanin ku di dûhatiya Tirkiyeyê de, dûhatiya pirsa Kurd dê bi ser ciwanên Kurd de berdewam bike û birêve biçe. Ji ber ku ev mesele nehatiye çareserkirin, hatiye paş ve avêtin û heta ku bê çareser kirin jî, dê bimeşe. Loma jî pêwist e em nivşa nû a Kurd nas bikin. Lê belê tu dane û diyarde di destê raya giştî de tune bû, loma jî me xwest li ser vê meseleyê hin agahiyên derbixin holê û bi wan agahiyan jî nîqaşên nû hem ji bo siyaseta giştî hem jî ji bo siyaseta Kurd peyda bikin."

Di lêkolînê de 20 taybetmendiyên ciwanên Kurd yên ji ciwanên Tirk cuda û hevpar hatine lêpirsîn û bi tevahî di 16 kategoriyan de, taybetiyên ciwanên Kurd yên çandî, nasnameyî, sekulerî û radîkalî, bandorên koçberî û cudagirtinê û helwestên li ser siyaset, huner û jiyana civakî hatine pirsîn.

Rojesîr Gîrasûn, taybetiyên ciwanên Kurd ku derdikevin pêş rêz dike û balê dikşîne ku ciwanên Kurd, helwesteke erênî ji bo siyasetmedarên nû nişan didin, ku Selahatîn Demirtaş wek pêşengekî nû di ciyê pêşengên berê de tê pejirandin û her çiqas nivşên nû zêde bi Kurdî neaxifin jî, daxwazên wan yên ji bo zimanê zikmakî ji nivşên berê zêdetir e.

Rojesîr Gîrasûn destnîşan dike:

"Em dibînin ku di nav ciwanên Kurd de radîkalîzm kêmtir dibe û dixwazin bi rêya siyaseta legal ango bi ser aktoren legal ve, pêvajo bi rê ve biçin ku ev jî daneyeke nû ye. Ciwanên Kurd, belê li gor nivşên berê kêmtir Kurdî dipeyivîn û di jiyana rojane de kêmtir Kurdî bi kar tînin, lê ji bo ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê jî daxwazên wan zêdetirin."

Herwiha Rêvebirê saziya ku vê lêkolîna kiriye Rojesîr Gîrasûn, li ser cudahiyên ciwanên Kurd ji ciwanên Tirk jî tîne ziman ku ciwanê Kurd ji %17 xwe bi nasnameyên sekuler pênase dikin ku ev rêje li Tirkiyeyê ji %10 e. Dîsa baldariya ciwanên Kurd ji bo xebatên hunerî gelek zêdetir e ji ciwanên Tirk.