Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rojeke nû hat pêsniyarkirin
PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kiribû ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rojekê diyar bike. Komisyonê herwiha pêşniyar kir ku hilbijatinên Parlamentoya Kurdistanê di roja 5ê Îlona 2024an de bêne kirin.
Serokê Komisyarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Omer Ehmed ji Ofîsa Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî re kir ku hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê li roja 05.09.2024ê bê lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024ê wekî roja birêveçûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kiribû, lê ji ber biryara Dadgeha Federalî ya hilweşandina 11 kursiyên kotayê yên Parlamentoya Kurdistanê û “destwerdanên derve û berhevkirina dîzayna pêşwext ji bo hilbijartinan” PDK jî di nav de aliyên siyasî xwestin ku hilbijartin di meha Hezîranê de neyê kirin.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê 21ê Gulanê biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Iraqê pejirand.
Li gorî biryara nû 5 kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:
Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Xirîstiyanan û yek ji bo Tirkmenan)
Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Xirîstiyanan û yek ji bo Tirkmenan)
Duhok: Yek kursî ji bo Ermenan.
Berê jî Dadgeha Federalî ya Iraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî piştî biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Duhokê û 3 kursî jî ji bo Helebceyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin