Ji bo bajarê Çewligê hisyariya erdhejeke mezin hat dayîn
PeyamaKurd – Li demeke ku piştî erdhejên wêranker ên 6ê Sibatê yên Mereşê, li bajarên Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî dewam dikin de, ji bo bajarê Çewlîgê hişyariya erdhejeke mezin hat dayîn. Herî dawî li Karliovaya Çewligê di sala 2020an de erdhejeke bi pileya 5,7 rû dabû.
Pisporê erdnasiyê Prof. Dr. Feyzi Bingöl, ragihand ku enerjiyeke mezin li herêma Yedîsu ya Çewligê civiyaye û demeke dirêj e jî li wir erdhej çênebûne.
Bîngol hişyarî da û got, “Li vê deverê dibe ku erdhejên ji pileyên 6,5 û heta bi meziniya 7an rû bidin, lê em dema wê nizanin. Ev herêm hêremeke erdhejê ya erdhejeke wiha mezin çêbike ye.”
Feyzî Bîngol daye zanîn ku piştî erdhejên Mereşê wan bal kişandiye ser herêma Karliova ya Çewligê ku 3 lewheyan pev girê dide û heta Stenbolê diçe û diyar kir, tenê yek fayek be jî ger bişke dê erdhejeke mezin pêk were.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin