Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke mezin çêbû

13 hezîran 2022 01:54
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke mezin çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke mezin bi pileya 5,3 çêbû.

Saziya Rewşên Lezgîn a Tirkiyê AFADê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Tuşba ya Wanê ye û pileya wê 5,3 ye.

Herwiha Çavdêrxaneya Kandillî jî ragihand ku erdhej li Muradiye-Kuşçu rû daye û kûrahiya wê ya erdzeminê 5 kîlometre ye.

Derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti agahiyên zelal ji herêmê nehatine belavkirin.

Di çend rojên dawî de, bi ser pileya 4,0 hejmarek erdhejên din li Wanê çêbûn ku di nav xelkê bajêr û derdorê de tirsa ku wekî salên berê erdhejên hîn tundtir rû bidin çêbûye.