Ji bo 35 parlamentaran biryara îdamê hat derxistin

05 adar 2020 01:39
Ji bo 35 parlamentaran biryara îdamê hat derxistin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ku girêdayî Îranê ne, ji bo 35 parlamentarên hikûmeta Yemenê biryara darvekirinê û destdanîna ser mal û milkên wan derxist.

Hatiye ragihandin ku di nav kesên biryara îdamê bo wan hatiye derxistin de, navê Serokê Parlamena Yemenê Sultan el-Barkani, cîgirê wî Abdulaziz el-Cebbarî, parêzgarê herêma Cevfê Emîn el-Akimî û Sererkanê Yemenê yê girêdayî hikûmetê Saxir Bîn Ezîz jî heye.

Hat zanîn ku biryar ji aliyê dadgeheke taybet a Hûsiyan ve li Sanayê hatiye derxistin ku ew parlamentar bi xîyaneta welat û hevkariya hevpeymaniya Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike têne tawanbar kirin.