NY, ji biryara rakirina cezayê îdamê ya parlementoya Malezyayê raziye

12 nîsan 2023 00:45
NY, ji biryara rakirina cezayê îdamê ya parlementoya Malezyayê raziye

PeyamaKurd – Pisporên mafên mirovan yên Neteweyên Yekgirtî (United Nations) biryara parlementoya Malezyayê ya rakirina cezayê îdamê bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Pisporên NY, bi nivîskî ragihandina xwe kirin û gotin ku parelemento cezayê kuştinê, teror, îxaneta bi welat re û cezayê wek wan yên bi îdamê encam dane, kirine cezayê heya heyayê û ev jî biryareka zahf başe. Pisporên Neteweyên Yekgirtî weha gotin:

“Cezayê îdamê, bi mafên mirovan û bi esasê bingehîn yên şerefê re li hev nake. Bikaranîna cezayê îdamê, dike ku mirov ji jiyanê bêpar dimîne û îhlala serxwebûna darazê û temînata darazê, ji binî ji ortê radike. Piraniya kesên ku cezayê îdamê didin wan, yên grûbên tenîkî ne û piraniya wan bi tewana sûcên maddeyên hişbir tên cezakirin.

Em ji biryara rakirina cezayê îdamê razîne û em hêvî dikin ku biryar ji herêmê re bibe mînak da ew jî cezayê îdamê rakin.”

Parlementoya Malezyayê di 3 yê nîsanê de biryara rakirina cezayê îdamê pejirandibû.