Dadgeha Kerkûk/Germiyanê ji bo xwekujekî DAISê biryara îdamê da

18 tebax 2021 21:53
Dadgeha Kerkûk/Germiyanê ji bo xwekujekî DAISê biryara îdamê da

PeyamaKurd - Dadgeha Kerkûk/Germiyanê biryara darvekirinê ji bo xwekujekî rêxistina terorîst DAIŞê yê welatiyê Ozbekistanê da.

Rêveberiya asayîşa Germiyanê ragihandiye, çekdarê DAIŞê yê Ozbekistanî bi rêya Tirkiyê û piştre jî li ser Sûriyê re xwe gihandiye Qeretepe û kiryareketerorîstî encam daye.

Çekdarê DAIŞê yê bi navê Azadbeg Zefer Begovîç Şakire yê temen 32 salî, roja 14.07.2014ê bi otomobîlekê kiryareke xwekujî li Qeretepe pêk aniye, lê bixwe birîndar bûye û ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye girtin.

Li gor daxuyaniya asayîşa Germiyanê dadwerê lêkolînê yê dadgeha tewanên Kerkûk/Germiyanê roja 17ê Tebaxa 2021ê biryara darvekirinê ji bo wî terorîstê Ozbekî daye û ew şandiye rêveberiya girtîgeha Silêmaniyê.