Ji ber hewa gemarî ya Îranê, wê xwendevan heya sêsemê neçin dibistanan

18 berfanbar 2022 02:40
Ji ber hewa gemarî ya Îranê, wê xwendevan heya sêsemê neçin dibistanan

PeyamaKurd – Hewa gemarî an qirêjî ya Îranê derketiye asta herî bilind û rêvebir civînên rewşa awarte dikin. Li payîtext Tehranê û li Elbrûzê temamê dibistanan heya roja sêşemê tatîl kirin. Li gor ragihandina ajansa IRNA yê; piştî civînê li eyaleta Tehranê an ku di nav Farsan de dibistanên  Perdîs, Demawend û Fîrûzkoh ne di nav wan de, temamê dibistanên bajarên din heya roja sêşemê wê ji dûr de perwerda xwe bikin.

Ji ber hewa qirêjî kirina sporê di sehayên wekirî de hat qedexekirin. Şaredariya Tehranê ji bo erebeyan sînor danî da bi hevre nekevin nav bajêr. Ji bo hemwelatiyan hat radihandin ku heya mecbûr nebin, seyahatê nekin û dernên derve.

Bajarê Tehranê ji aliyê hewa qirêjî de li seranserê dinyayê di rêza sêyem de ye. Ji ber wê gelek caran dibistan tên tatîlkirin.