Ji ber bilindbûna agirê Lassayê 178 kes mirin

27 mijdar 2022 03:47
Ji ber bilindbûna agirê Lassayê 178 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê ji ber vîrusa ku ji heywanan derbasî mirovan dibe û dikare mirvan bikuje, di pandemiya agirê Lassayê de jimara miriya derket 178 kesan. Navenda Kontrola Nexweşînê ya Nîjeryayê (NCDC) ragihand ku ji 1 ê rebendanê heya 20 ê mijdarê ji 8 hezarî zêdetir kes bi agirê Lassayê nexweş ketine û ji wan testa 989 kesan posîtîv derketiye.

Nexweşîn di 26 eyaletên welat de li 107 deveran ketiye nav xelkê û herî zêde li eyaletên Ondo, Edo û Bauchi belav bûye.