Ta ya Lassayê bû sedema mirina 129 kesan

01 hezîran 2019 01:13
Ta ya Lassayê bû sedema mirina 129 kesan

PeyamaKurd- Li rojavayê Afrîkayê li welatê Nîjeryayê ta ya bi navê Lassayê ku ji heywanan derbas dibe mirovan û dikare mirovan bikuje, din av 5 mehên dawiyê de bû sedema ku 129 kes mirin.

Li gor rêvebirê Navneda Kontorola Nexweşînan (NCDC), Chikwe Ihekweazu, nexweşîn li welat belave bûye û di sere salê heya niha di 23 eyaletan de 129 kes jê mirine. Nexweşîn li gor sala borî kêm bûye. NCDC niha bi WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê re hevkarî dike û wê li dijî nexweşînê têkoşîna xwe dewam bikin.

Ta ya Lassayê ji rêxa mişkan zêde dibe, ji mirovekî bo mirovên dinan dikare derbas bibe û dikare germa bedena mirov bilind bike û bikuje. Rêvebir hişyarî dan xelkê da bi mişk û heywanên ku dikojin re têkilî daneynin û xwe ji wan biparêzin.