Şîna di şînê de: Xebera mirina du kesan bu sedema mirineke din jî
Li navçeya Çinarê ya Amedê di bûyereke çûnehatinê de du kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesekî ku di qezayê de xizmên xwe winda kiribûn, piştî bihîstina nûçeyê ji celteya dil mir.
RûpelNews - Qeza êvarê li taxa Alabaş a navçeya Çinarê pêk hat. Li gorî agahiyan, otomobîlek ku malbatek ji dawetiya xizmekî vedigeriyan têde bûn wergeriya. Di bûyerê de sê kesên di wesayîtê de birîndar bûn. Piştî wergirtina nûçeyê, tîmên xizmetên tenduristiyê yên lezgîn, agirkujiyê û cendirme ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Piştî dermankirina destpêkê ya li cihê bûyerê, birîndar bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin.
Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan
Tevî hemû hewildanên li nexweşxaneyê, Samet Bulut û kesekî din, ku nasnameya wî hêj nehatiye eşkerekirin, nekarîn bên rizgarkirin. Hat ragihandin ku kesê din ê birîndar hîn jî di bin dermankirinê de ye.
Piştî bihîstina nûçeya trajedîk nexweş ket
Di heman demê de, hat ragihandin ku Xidir Bulut, dema ku nûçeya qezayê bihîstiye û bi wesayîta xwe ber bi cihê bûyerê ve diçû, nexweş ketiye. Bulut, ku ji aliyê xizmên xwe ve rakiribûn nexweşxaneyê, ji ber celteya dil jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo otopsiyê hatin veguhestin. Di heman demê de lêpirsînek li ser qezayê hatiye destpêkirin.
