Ji Basûr 5 ton derman ji bo Rojava hat sandin
PeyamaKurd – Piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û komên cîhadî yên tundrew ên girêdayî wan, kampanyayên alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Beriya niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî tê de ji aliyê xelkê Herêma Kurdistanê ve karwanên alîkariyê bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn şandin.
Herî dawî jî kampanya alîkariyê ya bi navê ‘Hawarî Nîştîman’ karwana dawî ya alîkariyê ku ji pêdiviyên dermanan pêk tê, ji Rojavayê Kurdistanê re şand.
18ê Cotmehê komek çalakvanên sivîl kampanya alîkariyê ya bi navê, ‘Hawarî Nîştîman’ li Parka Şanedar a Hewlêrê dabûn destpêkirin
Ji wê demê û heta niha gelek karwanên alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin.
Karwana alîkariyê ya herî dawî ku ji pêdiviyên dermanan pê dihat şeva borî bo Rojavayê Kurdistanê hat şandin.
Hat ragihandin ku bi wê kampanyayê şevê din 5 ton derman ji bo Rojavayê Kurdistanê şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin