Ji Basûr karwaneke din a alîkariyê bo Rojava hat sandin

30 cotmeh 2019 00:50
Ji Basûr karwaneke din a alîkariyê bo Rojava hat sandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwana sêyemîn a alîkariyê bo mexdûrên êrîşên Tirkiyê yên Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Helebce bi rê dikeve.

Ha zanîn alîkariyên ku bi kampanyaya alîkariyê ya ku hefteyek berê li bajarê Helebçeyê hatibû komkirin, ji Rojavayê Kurdistanê re hate şandin.

Endamê kampanyaya alîkariyê Soran Hesen diyar kir ku alîkariya ku hatiye komkirin wê bi karwanekê derbasî Silêmanî bikin û dû re jî bişînin Rojava.

Soran Hesen ji medyayê re ragihand, weke xelkê Helebce vê kampanyayê weke erkekî netewî dibînin.

Ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê û bajarê Helebceyê berî niha jî 3 caran alîkarî hatibû şandin.