Ji Amerîkayê silavên taybet bo Serok Barzanî

09 gulan 2019 18:10
Ji Amerîkayê silavên taybet bo Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê pêşwaziya şandeke bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê kir ku ji David M. Satterfield Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn bi Wekalet û Joey Hood Cîgirê Balyozê Amerîka li Iraq û Steven Fagin Konsolê Amerîka li Hewlêr û General Paul La Camera Berpirsê Operasyonên Serbaziyên Dijî DAIŞê pêk hatibû.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, di hevdîtinê de şanda mêhvan silavên taybet yê Wezîrê Derveyê Amerîka Mike Pompeo, bi Serok Barzanî gihand.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hat guftûgo kirin û şanda mêhvan wê yekê dûpat kir ku baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Guhertinên dawî yên meydaniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê mijareke din a vê hevdîtinê bû û herdu alîyan tekez li wê yekê kirin ku gefa terorîstên DAIŞê hê jî her maye û metirsiye ji bo asayîşa Iraq û Sûriye û navçeyê.