Serokwezîr Barzanî derbarê hevkarîya stratejîk peyamek ji bo Amerîkayê weşand

04 tîrmeh 2026 23:37

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, di peyameke ku ji bo pîrozkirina 250emîn salvegera Roja Serxwebûna Dewletên Yekbûyîn yên Amerîkayê (DYA) weşand de, tekezî li ser girîngiya hevkarîya xwe ya stratejîk a bi Washingtonê re kir. Barzanî diyar kir ku armanca wan ew e ku di dema pêş de hevkariya di navbera her du aliyan de hê bêtir xurt bikin.

Serokwezîr Barzanî derbarê hevkarîya stratejîk peyamek ji bo Amerîkayê weşand

RûpelNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de, 250emîn salvegera îmzekirina Daxuyaniya Serxwebûna DYAyê li gelê Amerîkî pîroz kir.

Di peyama xwe de, Barzanî tekezî li ser girîngiya hevkariya stratejîk û têkiliyên dostane yên di navbera DYA û Herêma Kurdistanê de kir û got, "Em girîngiyeke mezin didin hevkariya xwe ya stratejîk û peywendiyên dostaniyê yên bi Dewletên Yekbûyî re."

Barzanî her wiha behsa hewldanên hevpar ên di têkoşîna li dijî terorê de kir û destnîşan kir ku ew bi vê hevkariyê serbilind in. Barzanî got, "Em bi serbilindî li hevkariya ku me ji bo têkbirina terorê pêk aniye dinêrin, û em li hêviya xurtkirina zêdetir a hevkariya xwe ji bo nifşên pêşerojê ne."