Serokwezîr Mesrûr Barzanî, derbarê mûçeyan de axivî

23 gulan 2026 16:38

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî civînên xwe yên li Bexda ya paytexta Iraqê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, li ser mijarên nakok, bi taybetî li ser mafên destûrî û mûçeyan, têgihiştineke erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, derbarê mûçeyan de axivî

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ku bi serdaneke fermî ya du rojan li Bexdayê ye, diyar kir ku civînên wî yên li gel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlamenê di atmosfereke baş de derbas bûne.

"Me gelek mijarên girêdayî mafên destûrî gotûbêjkirin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: "Me li ser gelek mijarên girêdayî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê gotûbêjên berbiçav kirin. Heya niha têgihiştineke baş li ser van babetan heye û em ê di qonaxa bê de bi aliyên siyasî re jî nîqaşên hûrî bikin."

Babata mûçeyan

Barzanî bal kişand ser mafên mûçexuran û got: "Aliyên li Bexdayê jî di wê nêrînê de ne ku nabe babeta mûçeyan bi mijarên din ên siyasî û teknîkî re were têkelkirin. Divê daxwaz û mafên mûçexurên Herêma Kurdistanê mîna hemû xelkê din ê Iraqê werin dabînkirin û tu cudahî neyê kirin."