Ji Amerîka daxuyaniya Sûriyê: Divê nebe jêdera terora navdewletî
PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Şamê bi boneya Roja Cîhanî ya Qedexekirina Tundrewiyê de peyamek ji bo Sûriyeya nû belav kir û ragihand, divê nebe jêdera terora navdewletî û gefê li ser welatên cîran çêneke.
Di peyama Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê de hatiye gotin, tundî dibe sedema terorê û pêwîstî bi veguhestineke giştgir li Sûriyê heye.
Balyozxaneyê diyar kir: "Divê veguhestin misoger bike ku hikûmeta nû rêgiriyê li wê yekê dike daku Sûriyê nebe jêdera terora navnetewî û aktorên biyanî yên xwedî niyetên xirab ku derfeta veguherîna Sûriyê ji bo armancên xwe bi kar bînin nehêle. Dewletên Yekbûyî herwiha girîngiya wê yekê jî tekez dike ku Sûriye nebe gef li ser cîranên xwe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin