‘Divê Amerîka ji Sûriyê venekise: Nabe kurd tenê bên histin'
PeyamaKurd – Rêveberekî berê yê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Rubin ragihand ku, eger Amerîka ji Sûriyê vekişe Tirkiye dê tavilê êrişî Rojavayê bike, lewma divê Amerîka ji Sûriyê venekişe û li wir herêmeke ewlehiyê ava bike.
‘NE POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ NE, POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YE NE’
Michael Rubin, ji kovara Washington Examiner re gotarek nivîsand û tê de got, polîtîkayên li dijî kurdan ên li nava Tirkiyê û li derveyî Tirkiyê ne polîtîkayên hikûmetê ne lê yên dewletê ne.
Rûbîn destnîşan kir ku ragêşiya di navbera kurdan û tirkan de piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû serokomar tundtir bû.
Rubin di berdewamiya gotara xwe de diyar dike ku kurdan bi hêzên amerîkî re li hemberî rêxistina terorî ya DAIŞê û el Qaîdeyê şer kirine û got, “Nabe kurd bi tenê werin hiştin, dibe werin qirkirin.”
Michael Rubin, destnîşan kir ku divê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê herêmeke ewle ku ji 10 kîlometreyan pêk te were avakirin.
Rubin teqez dike ku eger Amerîka ji Sûriyê vekişe dibe ku kurd werin qetilkirin û ev yek bibe sebeb ku di pêşerojê de tu kes baweriyê bi Amerîkayê neyîne:

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin