Ji Amerîka daxuyaniya penaberên Sûrîyê…
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê fikarên xwe yên derbarê dijatiya penaberên Sûrî yên li Lubnanê û wekî sedema krîzekê nîşandana wan anî ziman û ragihand, divê li gorî yasayan bên parastin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got, welatê wî mikûr tê ku hebûna penaberên Sûrî guvaşekê li ser civakê û jêrxaneya Lubnanê çêdikin lê divê mimaleya mirovane bi hemû penaberan re bê kirin û her kesekî ku hatibe girtin, parastina wî ya yasayî hebe.
Miller diyar kir, divê vegera penaberan bi dilxwazî, ewle û bi rûmet be û bi hevahengîya ligel Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan be.
Herwiha Miller destnîşan kir, Amerîka rê li ber vegera bi dilxwazî nagire lê rewşa niha ya Sûriyê rê nade wê yekê.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Koçberan ê Lubnanê Îsam Şerefedîn gotiye, rewşa ewlekariyê ya Sûriyê baş e û welatê wî niha rûbirûyî astengiyan dibe ji bo plana vegerandina penaberên Sûriyê û gefa cezayan li wan tê xwarin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin