Jeffrey îsaret bi Îranê kir! Ger Amerîka ji Sûriyê derkeve...
PeyamaKurd – James Jeffrey derbarê metirsiyên derketina Amerîkayê ya ji Sûriyeyê de hişyarî da.
Nûnerê berê yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê Jeffrey diyar kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê dê sûdê ji dijminên Amerîkayê yên wek Îran û rêjîma Sûriyê re bike û ziyanê bide hevpeymanên wê.
Dezgehên ragihandinê yên rojavayî û erebî behsa îhtimala vekişîna Amerîkayê ya ji Sûrieyê dikin, piştî ku Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de careke din bi ser ket.
Hin dezgehên ragihandinê û çavdêrên siyasî daxuyaniyên Trump ên berê yên ku gotibû “Leşkerên Amerîkî divê vegerin malên xwe” bi bîr tînin
Jeffrey ji Middle East Eye re got, “Tevgerek weha dikare encamên cidî hebe.”
Wî her weha got, “Ev dê bibe xeletiyek cidî, ji ber ku Îran û Esed dê bihêz bike û valahiyeke xirab ji bo hevkarên me yên cuda, di nav de Tirkiyeyê, çêke.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin