Jeffrey îro bi mijara Idlibê û Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiyê dike

11 sibat 2020 15:54
Jeffrey îro bi mijara Idlibê û Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Ji bo nirxandin û guftûgokirina rewşa Sûriyê û bi taybet pêşhatên dawî li Idlibê û herwiha têkoşîna li dijî DAIŞê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey îro Sêşemê (11.02.2020) serdana Tirkiyê, Almanya û hejmarek welatên din ên Rojhilata Navîn dike. Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Jeffrey dê bi berpirsên Tirkiyê re, rewşa Idlibê û herwiha Rojavayê Kurdistanê guftûgo bike.

'Jeffery îro serdana Tirkiyê, Almanya û hejmarek welatên din dike'


Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê wê serdana James Jeffrey de daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey ku hevdem di Nûnerê Serok Amerîkayê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye jî, James Jeffery îro serdana Tirkiyê, Almanya û hejmarek welatên din dike.

Li gor daxuyaniyê, James Jeffrey îro bi serdanekê digihe Tirkiyê û dê li Enqerê bi berpirsên pilebilind ên Tirkiyê bicive û bi rayedarên Tirkiyê re rewşa giştî ya Sûriyê, êrîşên hikûmeta Sûriyê bo ser parêzgeha Idlibê û herwiha rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê gotûbêj bike.

'Di mijara Idlibê de, Amerîkayê piştgiriya xwe bo Tirkiyê nîşan daye û kiriye, ku êrîşên xwe yên li ser Idlibê rawestînin'


Di mijara Idlibê de, Amerîkayê piştgiriya xwe bo Tirkiyê nîşan daye û daxwaz ji Rûsya û hêzên Esed kiriye, ku di tavilê êrîşên xwe bo ser Idlibê rawestînin.

Jeffrey piştî serdana xwe ya bo Tirkiyê dê serdana Almanyayê bike û beşdariyê di Konferansa Asayişa Munchenê ya Navdewletî de bike. Di vê konferansa ewlehiyê de, Jeffrey dê dîsan behsa rewşa Sûriyê û awayê têkoşîna li dijî terorê li Iraqê û Sûriyê bike.