Jeff Bezos bi wesayîta New Shepardê gesta fezayê dike

20 tîrmeh 2021 19:56
Jeff Bezos bi wesayîta New Shepardê gesta fezayê dike

PeyamaKurd – Damezrînerê Amazonê Jeff Bezos, bi wesayîta fezayê ya kompaniya Blue Origin a New Shepard îro 20ê Tîrmehê rêwîtîyekê bo fezayê dike.

Hat ragihandin ku ligel Bezos birayê wî yê 82 salî Funk û xwendekarekî 18 salî bi navê Daemen, di rêwîtiya ku îro li gor dema Amerîka ber êvarê pêk tê de cî digirin.

Jeff Bezos ku kesê herî dewlemendê cîhanê ye, demek dirêj e li ser geştên fezayê dixebite û bixwe jî dibêje, ew bi kelecan e û ew dê gelek tiştan ji çûna fezayê fêr bibe.