IYI Partiyê xwest ku parêzbendiya Leyla Guven were rakirin
PeyamaKurd – IYI Partiyê bi daxuyaniyekê xwest ku parêzbendiya Parlementara Colemergê ya HDPê û Hevseroka KCDê Leyla Guven were rakirin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ‘sebra dewletê tine lê helwesta wê heye.’
Partiya nijadperest a IYI Partiyê daxıyaniyekê nivîskî weşand û tê de daxwaz kir ku ku parêzbendiya Parlamentara Colemergê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven were rakirin.
IYI Partî amaje dike ku Leyla Guven propogandaya PKKê dike û mafê wê tine wekî parlementer bimîne.
Di daxuyaniya ku tê xwestin parêzbendiya Guven were rakirin wiha tê gotin:
“Meclisa Bala ya Tirkiyê (TBMM) divê tavilê parêzbendiya parlementera Colêmergê rake, ji bere w dibêje wê beşdarbûna gerîla zêde bibe, wê şer û pevçûn çêbin. Mafê keseke wiha tine ku ji derfetên demokratik sûdê wergire. Dema daxuyaniyên wiha bêne kirin dê ev daxuyanî cesaretê bide PKKê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin