Îtilaata Îranê pêsî li serbestberana 5 Kurdan digire
11 nîsan 2022 18:01
PeyamaKurd-Îtilaata Îranê rê nade ku 5 Kurdên ji 11ê Mijdara 2021ê ve girtî ne, serbest werin berdan. Kurdên ku li Gundê Nicnêya Jor û Gundê Çomanê hatibûn girtin, tê zanîn ku bi nîşandana hincetan nayên dadgehkirin.
Di 11ê Mijdara 2021ê de 17 welatiyên ku xizmên hev bûn, bi hev re hatibûn desteserkirin. Ji 17 welatiyên Kurd, 12 jê bi dayîna 200 milyon tumenan bi merc hatibûn berdan. Lê belê ji wan kesan Behzad Pizîşkî, Kerîm Pizîşkî, Cemal Mirwetî, Seîd Reşîdî û Refîq Pizîşkî li Girtîgeha Navendî ya Sineyê girtî mane. Hat destnîşankirin ku hinceta girtina wan, alîkariya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hatiye nîşandan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin