Îtalyayê bi Spanyayê re Schengen da sekinandin

31 tîrmeh 2026 19:38

Îtalyayê ragihand ku wê ji ber koçberiya girseyî ya ji Marokoyê ber bi bajarê Spanya Ceuta yê li Bakurê Afrîkayê ve, bi awayekî demkî tevgera serbest a di çarçoveya Peymana Schengenê de ya bi Spanyayê re sekinandiye.

Îtalyayê bi Spanyayê re Schengen da sekinandin

RûpelNews - Îtalyayê ragihand ku wê ji ber tevgera koçberiya nefermî ya girseyî ya ji Marokoyê ber bi bajarê Ceuta yê li Bakurê Afrîkayê ve, çûnûhatina serbest a mirovan bi Sspanyayê re ya di bin Peymana Schengenê de rawestandiye.

Her çend Îtalya bi Spanyayê re sînorê bejayî nebe jî, hat destnîşankirin ku ev biryar dê bandorê li kesên ku di navbera her du welatan de bi rêya hewa û deryayê rêwîtiyê dikin, bike.

Wezareta Karên Navxwe ya Îtalyayê her wiha ragihand ku bi Fransayê re lihevkirinek pêk hatiye da ku kontrol li ser sînorê bejayî yê Fransa û Îtalyayê werin tundkirin.

49 hezar koçber derbasî Ceutayê bûne

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Karên Navxwe ya Spanyayê, di 24 saetên dawî de, bi qasî 49 hezar koçberên neyasayî ji Marokoyê bi rêya deryayî û bejayî ketine nav bajarê Spanyayê Ceutayê yê li Bakurê Afrîkayê.

Li gorî raporên di çapemeniya herêmî de, hejmara koçberên neyasayî yên ku di hewldana gihîştina Ceutayê de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 57an.

Pêla herî dawî ya koçberiyê li Ceutayê, wek yek ji krîzên mirovî yên herî mezin ên van salên dawî li ser sînorê di navbera Spanya û Marokoyê de tê dîtin.