Îsveç, Momika yê Iraqî ku Quranê disewitand dersînor dike

27 cotmeh 2023 00:40
Îsveç, Momika yê Iraqî ku Quranê disewitand dersînor dike

PeyamaKurd – Li welatê Îsveçê bi mehaye ku kesê bi navê Salwan Momika yê Iraqî Quranê dişewitîne û welatên Misilman û Xîrîstiyan tîne dijberê hev. Berdevkê çapemeniyê yê Ofîsa Koçberan yê Îsveçê Jesper Tengroth, ji bo kanala tv ya TV4ê ragihgand ku heya 16ê Nîsana 2024an îzna wî ya xebatê û rûniştinê heye.

Piştî 16ê Nîsanê wê îzna xebatê û rûniştinê nedin Momika û wê wî derxin derveyê sînorê Îsveçê. Biryar ji ber ku Momika beyanên derew daye hatiye girtin û li ser mijarê Tengroth weha got:

“Momika ji bo xebat û rûniştinê seredana îznê kiriye lê me beyanên wî yên derew tesbît kiriye. Lewra me biryara dersînorkirina wî da. Kesê navborî wê nikaribe 5 sal bikeve nav sînorê Îsveçê.”

Momika, dikare îtîraza dersînorkirinê bike û dozê bibe dadgeha koçberan.