Îsveç, Momika yê ku Quanê sewitand ji welatê xwe derxist

28 adar 2024 00:43
Îsveç, Momika yê ku Quanê sewitand ji welatê xwe derxist

PeyamaKurd – Dewleta Îsveçê Salwan Momika yê serê civakê û dewletan li hev dixist û daîma Quran a pîroz dişewitand, bi biryara dadgeha koçê ya temyîzê ji Îsveçê hat derxistin û niha çûye Norwecê da îltîcayê wê derê bike.

Momika ji bo rojnama Expressê ya Îsveçê ragihandiye ku piştî dadgeh biryarê daye û wî dersînor kiriye, wê îltîcayê Norwecê bike.

Ofîsa koçberan ya Îsveçê di Cotmeha 2023an de ragihandibû ku heya 16ê Nîsan a 2024an îzna Momika ya xebatê û îqamê heye û wê piştî vê rojê wî dersînor bikin.