Îstîxbarata Amerîkayê agahî sitendiye ku Îran plana kustina Trump dike

17 tîrmeh 2024 02:21
Îstîxbarata Amerîkayê agahî sitendiye ku Îran plana kustina Trump dike

PeyamaKurd – Rayedarên Amerîkayê ragihandine ku îstîxbarata Amerîkayê agahî sitendiye ku Îran plan kiriye wê li serokê berê yê dewleta Amerîkayê li Donald Trump bixe. Ji ber wê, di hefteyên dawiyê de tedbîrên parastina Trump zêde kirine.

CNNê nûçeya xwe biriye ser hinek çavkaniyên ewlehiyê û ragihandiye ku kesê li Trump xist yê bi navê Thomas Matthew (20) ti têkiliya wî û plana Îranê bi hev re nedîne.

Îstîxbarata Amerîkayê û rayedarên ji kampanya hilbijartina Trump berpirs, berya roja Şemiyê hewla kuştina Trump bikin, ji tehdîda Îranê hatine agahdarkirin.

Rayedarên îstîxbarata Amerîkayê ji bo berpirsên kampanya hilbijartina Trump gotine di mekanên derve de, di sehayên servekirî de xwepêşandanan nekin lê ev hişyarî, hişyariyekî giştî bû ye.

Rayedarên ewlehiyê yên Amerîkayê, ji bo tehdîdekî di pêş de bibe, bi endîşe ne û bi agahiyên dawiyê tehdîda li ser Trump zêdetir bûye.