Îstîxbarata Amerîkayê ya li Îranê “gelek xumam e”
PeyamaKurd- Endamê komîta îstîxbaratê ya meclisa temsîlkaran ya Amerîkayê Himes ragihand:
“ Min li ser raporên îstîxbaratê yên Îranê lêkolîn kir û dikarim bêjim gelek xumam e. Piraniya xebatên ku Îranî dane destpêkirin, bersiveke bo xebatên me yên di herêmê de yên êrîşkarane yên bo ser Îranê.”
Jim Himes bo malpera nûçeyan bo Daily Beastê axifî. Di axaftina xwe de dibêje ku Îran di herêmê de tehdîdên xwe zêde kiriye û zahmete ku mirov îstîxbaratê fam bike. Tewrên Îranê ji xebatên me yên di herêmê de ku êrîşkarane, tê. Hinek endamên ku naxwazin navên xwe aşkera bikin, dibêjin ku dorpêça ser Îranê, ya bo petrolê û xistina navê artêşê bo lîsta terorê, rêvebiriya Îranê provoke kiriye.
Hinek ji endamên kongreyê radigihînin ku ne hewce bû balafirên bombardimanê yên B-52, keştiya balafiran û leşkeran bişînin bo Kendavê. Berê generalê Îngîlîz Chris Ghika ragihandibû ku asta tehdîda Îranê li herêmê neguhiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin