Îsraîlê ragihand ku teqîna li Xezzeyê ne wê kiriye

07 gulan 2018 00:09
Îsraîlê ragihand ku teqîna li Xezzeyê ne wê kiriye

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê daxuyand eleqeya wan bi teqîna li Xezzeyê ya ku bûbû sedema kuştina 6 Filistîniyan re tune.

Artêşê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Tu eleqeya artêşa Îsraîlê bi vê bûyerê re tune."

Eşref Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ber bi êvarê daxuyaniyek nivîskî belav kiribû û gotibû di teqîna li Xezzeyê çêbû de 6 Filistînî hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Lîwayên Îzzeddîn El Qessam ku şaxa eskerî ya Hemasê ye jî îdîa kiribû ku di vê teqînê de tiliya Îsraîlê heye.