Îsraîlê derdora Sam û Derayê bombebaran kir

24 tîrmeh 2019 12:50
Îsraîlê derdora Sam û Derayê bombebaran kir

PeyamaKurd –  Îsraîlê êrîşî hejmarek bingehên artêşa Sûriyê û hêzên Îranî li Şamê û Der'ayê kirin.

Ajansa fermî ya Sûriyê  SANAyê ragihand, îro saet 1:30ê balafirên Îsraîlê êrîşî navçeya Til Hare li gundewarê Der'ayê kir û tenê ziyanên madî bûn.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îsraîlê êrîşî pêgehên hêzên biyanî yên li Sûriyê (hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî) li Der'a û Şamê kir û ziyanên canî di wan êrîşan de hebûne.

Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî firokeyên Îsraîlî her demekê binkeyên hêzên Libnanî û Hizbulah û artêşa Sûriyê bombebaran dikin.

Balafirên Îsraîlê 1ê vê mehê jî binkeyên artêşa Sûriyê, hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li gundewarê Şam û Humsê bombebaran kiribûn, di encamê de hejmarek kuştî û birîndar ç bûn.