Îsraîlê li hedefên leskerî yên li basûrê Samê xistin
PeyamaKurd – Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê li başûrê Şama paytexta Sûriyeyê li gelek hedefên leşkerî dan.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz got ku armanca êrîşan ew e ku hêzên rejîma Sûriyeyê û komên terorîst ên din herêma tampon li başûrê Sûriyeyê binpê nekin.
Li gorî medyaya Lubnanî, ku li ser zarê Rewangeha Sûriyê ye, Artêşa Sûriyê êrişî çend navendên leşkerî li başûrê Şamê kirin.
IDF di daxuyaniyeke derbarê êrîşan de got ku hebûna hêz û samanên leşkerî li başûrê Sûriyê "metirsiyê li ser welatiyên Israîlî çêdike." Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz jî piştî van êrîşan daxuyaniyek da û got, hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîşeke bi hêz birin ser başûrê Sûriyeyê û ev êrîş parçeyek ji siyaseta nû ya dabînkirina ewlehiyê li başûrê Sûriyeyê ye. Berdevk di daxuyaniya xwe de got, "Em rê nadin ku başûrê Sûriyeyê bibe başûrê Lubnanê."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin