Îsraîlê li basûrê Beyrûdê xist: 25 kustî
13 mijdar 2024 23:33
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê bi balafiran li başûrê Beyrûdê, li bajarê Cebeliyê, li navça Cûfê, li bajarokê Cûnê xist û di encamê de 25 ke hatin kuştin.
Serokê beşa parastina sîvîl ya bajarokê Cûnê Husameddin Ferid Dahruc, ragihand ku bi sedema cesed perçe bûne û hinek hemwelatî di bin enqazan de ne, nasnamên hinek hemwelatiyan nehatiye tesbîtkirin.
Di encama êrîşên hewayî de, ji bilî 25 kuştiyan, 15 kes birîndar bûn û heya niha 3 kes wenda ne.
Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di nav kuştiyan de 8 jin û 8 zarok hene û xebata lêgerîn-rizgarkirinê dewam dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Îsraîlê li basûrê Beyrûdê li avahiyekê xist
15 mjd 2024
Jiyan
Artêsa Îsraîlê bi obîsan li basûrê Lubnanê xist
21 mjd 2025
Cîhan
Îsraîlê bi topan li gundekî Sûriyê xist
16 brf 2025
Cîhan
Li Diyarbekirê du teref li hev xistin: 2 kustî û 2 birîndar hene
04 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin