Îsraîl: Hemû êrîsên me yên li dijî Xezzeyê gihîstin armancên xwe

09 tebax 2022 17:01
Îsraîl: Hemû êrîsên me yên li dijî Xezzeyê gihîstin armancên xwe

PeyamaKurd – Serokê Îsraîlê Yair Lapîd li ser operasyonên Xezzeyê yên artêşa wan pêk tîne axivî û diyar kir, hemû êrîşên wan gihîştine armancên xwe.

Serokê Îsraîlê û Serokê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, li Tel Avîvê di derbarê êrîşên Artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezzeyê û li ser agirbesta bi navbeynkeriya Misirê pêk hat de daxuyanî dan.

Lapîd angaşt kir ku hemû êrîşên wan ên li dijî Xezzeyê serkeftî bûye û gelek leşkerên berbiçav ên Tevgera Cîhadî ya Îslamî jî kuştine.

Herwiha Lapîd, ji ber navbeynkariya wan di agirbestê de, spasiya Serokê Misirê Abdulfettah es-Sisi û rayedarên hikûmeta Misirê kir.

Benny Gantz jî got, hemû êrîşên li dijî Xezzeyê, ji bo ewlehiya welatê wan e.