Îsraîl êrîsî baregehên binerd ên Hamasê kir

17 rêbendan 2020 10:26
Îsraîl êrîsî baregehên binerd ên Hamasê kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî baregehên binerd ên Hamasê êrîşek hatiye kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi mebesta bersivdana êrişên Hamasê yên li Xezzeyê, li dijî baregehên binerd ên Hamasê êrîşek pêk aniye.

Artêşa ragihand ku helîkopterekî şerî baregehên binerd ên Hamasê li Xezzeyê kirine armanc.

Li ser medya civakî hin dîmen hatin parvekirin û hat gotin ku ew dîmên yê wê êrîşê ne.      

Artêşa Îsraîlê duhî ragihandibû ku Hamasê li Xezzeyê 4 êrîşên moşekî pêk aniye û 2 ji wan moşekan li qadeke vala ketine û yên din ji aliyê pergalên parastina hewayî ya bi navê ‘Qubeya Hesin’i’ ve hatine têkşikandin.

Li hemberî vê yekê Artêşa Îsraîlê li dijî baregehên binerd ên Hamasê çendîn êrîş pêk anîbûn.