Şivanekî iraqî piştî dîtina baregehên Îsraîlê hat kuştin
The New York Timesê ragihand ku li Iraqê du baregehên veşartî yên Îsraîlê hene û îdia kir ku şivanekî piştî dîtina wan baregehan hate kuştin.
RûpelNews - Rojnameya Wall Street Journalê jî hefteya borî ragihandibû ku Îsraîlê li çola rojavayê Iraqê baregeheke veşartî ava kiriye. Hatibû ragihandin ku baregeh ji bo piştgiriya operasyonên hewayî û bicihkirina yekîneyên hêzên taybet dihat bikaranîn. Li gorî rapora Wall Street Journalê, tesîs demeke kurt beriya ku şer di meha Sibatê de dest pê bike hatine çêkirin; ew paşê di êrîşeke li ser hêzên Iraqî de di Adarê de hatine bikaranîn.
Di vê navberê de, rojnameya îsraîlî Maariv ragihand ku artêşa Îsraîlê tîmên rizgarkirinê û yekîneyên komandoyê şandiye pozîsyonên pêş û wezîfe daye wan ku heke pêwîst be, ekîbên firokeyên ketî ji hundirê Îranê derxînin.
Raporeke New York Timesê, ku xwe dispêre çavkaniyên nêzîkî mijarê diyar kir ku baregeheke duyem a Îsraîlê, beriya şerê di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de û di dema şerê li dijî Îranê de di Hezîrana 2025an de hatiye bikaranîn, li heman çolê ye.
Li gor îdiaya New York Timesê şivanekî piştî ku ev baregeh dîtin hat kuştin.
Parlamenterê iraqî: Amerîkayê hewaya Iraqê radestî Îsraîlê kir
Di heman demê de, şahidên li herêmê gotin ku şivan Awad el-Şammarî dema ji bo kirînê derketibû gerê, bi tesadufî rastî baregehê hatibû, û helîkopterekê gule li kamyoneta wî reşandibû. Xwarziyê El-Şammarî, Amir got: "Ji me re hatibû gotin ku li wir qemyoneke şewitî ya mîna ya Awad heye, lê kesî newêrîbû biçe wir. Gava em gihîştin, me dît ku wesayît û cenaze şewitî bûn."
Parlamenterê Iraqê Raed el-Melikî, Amerîka bi teslîmkirina fezaya hewayî ya Iraqê ji Îsraîlê re tawanbar kir. El-Melikî got, "Di dema şer de, Amerîkayê fezaya hewayî ya Iraqê teslîmî vê saziyê kir û ferman da ku sîstemên radarê werin girtin. Niha eşkere bûye ku axa Iraqê jî ji bo avakirina navendeke îstixbaratê an baregeheke veşartî ji bo saziya Siyonîst tê bikaranîn."
