Îsraîlê êrîsî baregehên milîseyên Îranî kir

21 mijdar 2019 00:42
Îsraîlê êrîsî baregehên milîseyên Îranî kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê hin baregehên Îranê û artêşa Sûrî li Şamê kirin armanc ku ji aliyê Îsraîlê ve hat ragihandin ku wan baregehên leşkerî yên Îranî kirine armanc.

Artêşa Israîlê nexşeya baregehên hatine bombekirin belav kir û destnîşan kir ku ew deverên Feyleq El-Qudis a Îranî û artêşa Sûriyê ne.

Serokwezîrê Îsraîlê jî got ku wan bersiv daye êrîşên ser xwe û bi çekên hewayî baregehên leşkerî yên Îranî kirine armanc.

Herwiha rêveberiya Şamê jî li ser êrîşên Îsraîlê dibêje ku moşekeke Israîlî li maleke sivîlan li bajaroka SeiSei ya başûrê Şamê ketiye û tê de 2 kes hatine kuştin û hejmarek birîndar bûye.

Herwiha li gorî ajansa SANAyê ji ber êrîşên Îsraîlê li bajaroka Bêt Sabir jin û zilamek hatine kuştin û parçeyên moşekên Îsraîlî li avahahiyeke li Qudseya Rojavayê Şamê ketine û keçek birîndar bûye.