Îsraîlê embareke mezin a cebilxaneyên Îranê li Sûriyê teqand
03 cotmeh 2024 21:03
PeyamaKurd – Îsraîlî piştî êrîşa moşekî ya Îranê êrîşên xwe yên li ser bingehên Îranê li Rojhilata Navîn zêde kirin. Herî dawî hêzên asmanî yên Îsraîlê, di êrîşeke li ser Sûriyê de, emabareke mezin a cebilxaneyên Îranê şandibûn teqand.
Çavkaniyên ji nav Sûriyê ragihandine, îro Pêncşemê, dronên Îsraîlî embareke mezin a cebilxaneyan li bajarê perava Derya Spî Ceble ya Sûriyê kirine armanc û teqandine.
Hate diyarkirin, sîstema berevaniya Sûriyê û hêzên Rûsya li ser vê êrîşê nêzî 40 xulekan teqe kirine.
Hate zanîn ku cebilxaneya hatiye teqandin ya Îranê li nêzî baregeha asmanî ya Himeymim a mezintirîn baregeha Rûsya ya dikeve bakûrê rojavayê parêzgeha Laziqiyê bû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin