Îsraîl: Divê basûrê Sûriyê bibe herêma bêçek
27 sibat 2025 21:56
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê, Israîl Katz ragihand, baweriya wan bi serokê dema veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera nayê û got, divê başûrê Sûriyê bibe herêmeke bêçek.
Israîl Katz, îro 27ê Sibatê da xuyakirin, hêzên wan wê li çiyayê Şêx û hin xalên din bo demeke nediyar bimînin û da zanîn, girîng e başûrê Sûriyê bibe devereke bêçek.
Wezîrê Berevaniya Îsraîlê herwiha got, hêzên wan êrîşî hêzên Sûrî yên hewl dane li başûrê Sûriyê cî bigrin, kiriye.
Katz tekez kir, Îsraîl pabend e bi piştevaniya dostên xwe yên Durzî li Sûriyê û ew hewl didin ku pêwendî di navbera wan de berdewam be.
Herwiha Katz diyar kir, di plana wan de heye rê bidin Sûriyên nêzîkî Îsraîlê li Colanê kar bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Yisrael Katz: Wê Xeze bêçek bibe û Îsraîl ji Sûriyê venakise
16 mjd 2025
Jiyan
Balafirên ser yên Îsraîlê basûrê Sûriyê bombebaran kir
11 adr 2025
Rojhilata Navîn
Ji Îsraîlê daxuyaniya Kurdên Sûriyê: Bêdengî ne bêalîbûn e
26 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin