Berdevkê YPGê yê berê: Divê HSD tevlî artêsa Sûriyê bibe û behane ji Tirkiyê re nemînin

19 berfanbar 2018 19:26
Berdevkê YPGê yê berê: Divê HSD tevlî artêsa Sûriyê bibe û behane ji Tirkiyê re nemînin

PeyamaKurd - Berdevkê Çapemeniyê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yê berê Rêzan Xido di hevpeyvîneke medya erebî de diyar kir ku ji bo rê li ber êrîşên Tirkiyê yên Rojihilatê Firatê bê girtin, pêwîst e Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi awayekî eşkere tevlî artêşa Sûriyê bibin.

Xido ji malpera El-Ahed a Lubnanê re daxuyakirin ku divê Kurd bi awayekî vekirî bêjin, “HSD tevlî artêşa Sûriyê bûye û behaneya êrîşê ya Tirkiyê ji holê bê rakirin.”

Rêzan Xido li ser pêwendiyên Tirkiye-Amerîkayê got, “Di encamê de Amerîka û Tirkiye di nav NATOyê de ne û hevpeyman in. Ne mimkun e ku Amerîka têkiliyên xwe û Tirkiyê bike qûrban ji HSDê û xweseriya herêma Kurd re.”

Xido herwiha diyar kir ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê HSDê ye, hem rêveberiyeke xweser diparêze hem jî ji hikûmeta Sûriyê li dijî operasyonên Tirkiyê alîkariyê dixwaze ku ev nakokiyek e.