Îsraîlê dest bi operasyona bejayî kir: Hisyariya dawî ji bo Xezzeyiyan!

20 adar 2025 14:57
Îsraîlê dest bi operasyona bejayî kir: Hisyariya dawî ji bo Xezzeyiyan!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di nava 24 saetên dawîn de li Xezzeyê operasyonên bejayî yên hedef hatin destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon ji bo "zêdekirina piştgiriya ewlehiyê û avakirina herêmeke tampon di navbera bakur û başûr de" hatin kirin.

Herwiha hat piştrastkirin ku hêzên Îsraîlê rêya Korîdora Netsarîm xistiye bin kontrola xwe.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant "hişyariya dawî" da gelê Xezzeyê.

Gallant banga Serokê DYAyê bi bîr xist û got, "Gelî Xezzeyê, ev hişyariya we ya dawî ye. Girtiyan paşve bişînin û Hamasê ji desthilatdariyê derxînin, wekî din jî tenê bijardeya we dibe ku koçkirina welatên din be."