Artêsa Îsraîlê li navçeya Sabûra ya Refahê dest bi operasyona bejayî kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Şabûra ya Refahê dest bi operasyona bejayî kiriye.
Artêşa Îsraîlê doh ragihand ku li herêma Şabûra ya Refahê ya li başûrê Xezzeyê operasyona bejayî hat destpêkirin.
Xalên girîng ên daxuyaniyê:
Me xebatên xwe yên li başûrê Şerîda Xezzeyê berfireh kirin û li herêmên bakur û navendî yên Xezzeyê jî xebatên xwe didomînin.
Hêzên me li bakurê Şerîda Xezzeyê operasyon kirin û binesaziya ku Hamasê wek navendên kontrol û fermandariyê bi kar dianî îmha kirin.
Balafirên me yên şer êrîşên xwe yên li ser binesaziyê û çeteyan li gelek herêmên Şerîda Xezzeyê didomînin.
Di çalakiya li navçeya Şabûra ya Refahê de hêzên me gelek navendên binesaziya leşkerî rûxandin.
Li aliyê din hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê herêmên rojhilat û başûrê Lubnanê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan, herî kêm 2 êrîş li herêmên çiyayî yên Geliyê Bekaayê hatin kirin. Êrîşeke din jî li dijî niştecihekî li nêzî Jbaa (herêma Nabatiyê ya başûr) hat kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin